Serokkomarê Fransayê François Hollande, ku di 6'ê Gulana 2012'an de hat hilbijartin, nikarî rewşa nebaş a aboriyê biguherîne û li şûna kêmkirina rêjeya bêkaran, bi tenê li zêdebûna hejmara bêkaran temaşe kir. Hollande ku gelek daxwazên hilbijêrên çep bi cin nanî, di heman demê de wê weke serokkomarekî bi ti awayî reform di destûra bingehîn de nekiriye, derbasî nava rûpelên dîrokê bibe.
Yek ji sozên Hollande yên beriya hilbijartinên 2012'an ew bû, ku beşeke ji parlamenterên di encma hilbijartinên giştî de cihê xwe li Meclîsa Neteweyî bigirin, li gorî rêjeya dengan a partiyan bên hilbijartin. Di sîstema heyî de li 577 herêmên hilbijartinê, namzetên herî kêm ji sedî 12,5 ê dengan di tûra yekemîn de stendine, dikarin ji tûra duyemîn re bimînin.
Ji ber vê sîstemê bi giranî du yan jî sê namzet ji tûra duyemîn re dimînin û partiyên biçûk eger tifaqê nekin nikarin kurseyekê qezenc bikin. Ji bo jî Eniya Neteweyî ya rastgir a tund dikare mînak were nîşandan. Ev partiya nîjadperest her çend li gelemperiya welêt bi qasî ji sedî 20'an ê dengan stendibe jî, ji ber sîstema hilbjiartinê bi tenê 3 kursiyên xwe hene.
MAFÊ DENG Ê BIYANIYAN BÛ XEYALEK
Sozeke din a guhertina destûra bingehîn ku François Hollande bi ser nexist, xala têkildarî mafê hilbijartinê yê bi mîlyonan biyaniyên li welêt e. Hollande, der barê mafê dengdayînê de ku bi tenê ji hin welatiyên Yekîtiya Ewropayê yên demekê li Fransayê ma be tê dayîn, ti guhertin nekir.
Hollande di nava çar salan de gelek caran ev soz bilêv kir, lê herî dawî Serokwezîr Manûel Valls mikur hat û got, "Di nava hedefên me yên sereke de nîne."
Soza li ser reforma li Konseya Dadgeriya Bilind (CSM) li Meclîsa Neteweyî ya beriya niha hatibû qebûlkirin lê belê di rûniştina hevpar a Senato û Meclîsê de li hev hatibû kirin ku ev reform li Kongreyê neyê qebûlkirin.
KONTROLA NASNAMEYA WÊ BI TUNDÎ DEWAM BIKE
Yek ji mezintirîn pirsgirêkên derdikevin pêşiya biyaniyan, kontrola tund a nasnameyan e. Hollande beriya hilbijartinê soz dabû ku wê belgeyekê bide kesên nasnameya wan hatiye kontrolkirin û bi vî rengî pêşî li kontroleke duyemîn bê girtin.
Lê belê ev soza Hollande, 5 meh piştî hilbijartinê hat redkirin. Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Manûel Valls têkildarî vê de gotibû, "wê rê li ber burokrasiyeke zêde veke" û nehat qebûlkirin.
Yek ji sozên François Hollande yên bicih anî, qanûna zewaca hemzayendan bû. Ev yek weke nîv soz hat qebûlkirin.
Tevî van hemûyan, piştî komkujiya 13'ê Mijdara 2015'an wergirtina mafê welatîbû ji mirovên zêdeyî 10 salan hikum ji ber sûcê terorê xwarine, hatibû rojevê. Ev pêşnyar ji aliyê Meclîsa Neteweyî ya ku piraniya endamên wê ji Partiya Sosyalîst e hatibû qebûlkirin û li Senatoyê bi dengê partiyên rastgir bi rengê ku 'tenê ji bo mirovên xwedî mafê du welatiyan e, derbasdar be', hat guhertin. Li ser vê yekê Hollande da xuyakirin ku guhertina destûra bingehîn di vî warî de hatiye sekinandin.