Tê gotin, civînên li ser Sûriye û Lîbyayê wê li Viyanayê pêk werin
Çapemeniya Awûstûryayê îdîa kir, li ser çareseriya şerên navxweyî yên li Sûriye û Lîbyayê, wê bi beşdariya nûnerên 20 welatan li Viyanayê civîn bên lidarxistin.

Li gorî îdîaya rojnameyên Presse û Krone ku weke çavkanî işaretê bi 'dîplomatên Rûs' dikin, civîn bi beşdariya wezîrên karên derve yên 20 welatan wê di 17 û 18'ê Gulanê de li Viyanayê pêk werin. Di nûçeyan de hat ragihandin, civînên li ser Sûriye û Lîbyayê wê li Hotel Împerîal an jî Palaîs Cobûrg ên li Viyanayê bên lidarxistin.
Ev îdîa ji aliyê Wezareta Karên Derve nehat piştrastkirin. Wezîrê Karên Derve yê Awûstûryayê Sebastian Kurz wê di hefteya pêş de biçe serdana Îsraîlê, lê tê gotin ku ev serdan wê dema plankirî kurttir pêk were.
Awûstûrya bi malovaniya xwe ya ji hevdîtinan ve, piştî danûstandinên Îranê yên par bi lihevkirinê bi encam bû, ji nû ve dixwaze li qada navneteweyî bibe xwedî rol.
Di nûçeyên li ser mijarê de hat ragihandin, tevî nûnerên Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê, wê wezîrên karên derve yên Fransa, DYA, Rûsya, Elmanya, Brîtanya, Çîn, Elmanya, Îtalya û welatên Rojhilata Navîn beşdarî civînên 17-18'ê Gulanê bibin.