Gelo zarokên penaber li hucreyan tên ragirtin?

Li gorî rayedarên saziya alîkariyê ya bi navê Save the Children û Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), zarokên penaber ên bi tena serê xwe hatine Yewnanîstanê li hucreyan tên ragirtin.

Li gorî rayedarên saziya alîkariyê ya bi navê Save the Children û Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), zarokên penaber ên bi tena serê xwe hatine Yewnanîstanê li hucreyan tên ragirtin.

Li gorî daneyên hikûmeta Yewnanîstanê, kapasîteya wargehên ji bo zarokên penaber hatine evqetandin ji bo 477 kesî ye. Li gorî daneyên UNHCR hejmara zarokên penaber ên li Yewnanîstanê ne û dayik û bavên wan ne bi wan re ne, bi qasî 2 hezar e.

Berdevkê Save the Children Îmad Aoûn ji medya Elman re axivî û da xuyakirin, ku zarokên penaber ên bi tena serê xwe hatine, ji aliyê rayedarên Yewnan ve weke 'mirovên bi emr' hatine qeydkirin, lewma hejmara rastî gelekî zêdeyî 2 hezarî ye.

Berdevkê Save the Children îdîa kir ku ev zarokên penaber li qereqolên polîsan an jî li hucreyên li wargehên penaberan tên ragirtin. Berdevk diyar kir, gelek ji zarokan ketine depresyonê. Aoûn ragihand, li qereqol an jî wargehan, zarokên penaber neçar tên hiştin di nava şert û mercên gelekî zehmet de bijîn.

Li gorî heman îdîayan, ji ber nebûna hejmara têrker a wargehên penaberan, gelek ji mirovên di emrê zarokatiyê de ne ji neçarî li kolan û parkan dijîn.

Li gorî daneyên Saziya Statîstîkan a Yekîtiya Ewropayê (Eurostat) ên hefteya derbasbûyî hatin weşandin, hejmara zarokên penaber ên di sala 2015'an de bi tena serê xwe hatine Ewropayê 88 hezar 300 e. Di sala 2014'an de ev hejmar 23 hezar bû.

Rêxistina Polîsên Ewropayê (Europo) di dawiya meha Çileyê de daxuyaniyek weşandibû û diyar kiribû, 10 hezar zarokên koçber ên gihaştin Ewropayê, piştre winda bûn. Hatibû ragihandin, ku pêkane beşeke girîng a van zarokan ketibin nava lepên çeteyên sûc dikin.