NY: Li herêmên DAIŞ lê bû 50 gorên komî hatin dîtin
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji Iraqê berpirsyar Jan Kubis agahî da Konseya Ewlekariyê û diyar kir, li Iraqê zêdeyî 50 gorên komî hatine dîtin.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji Iraqê berpirsyar Jan Kubis agahî da Konseya Ewlekariyê û diyar kir, li Iraqê zêdeyî 50 gorên komî hatine dîtin.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji Iraqê berpirsyar Jan Kubis agahî da Konseya Ewlekariyê û diyar kir, li Iraqê zêdeyî 50 gorên komî hatine dîtin. Kubis da xuyakirin, ku ev gorên komî li herêmên ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin derketine holê, lê der barê hejmara cenazeyên di van goran de ne, agahî neda.
Jan Kubis bal kişand ser sê gorên komî yên di 19'ê Nîsanê de li qadeke futbolê ya li Ramadî hat dîtin û anî ziman, ku ji vê derê bi qasî 40 cenaze hatine derxistin. Kubis ev rewş weke 'cînayetên tirsnak' pênase kir.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî da zanîn, piştî herêmên din ên di destê DAIŞ'ê de ne werin irzgarkirin, wê dîmenên bi vî rengî yên wehşetê hîn bêhtir derkevin holê.
Kubis diyar kir, li Iraqê pêwîstiya nêzî 10 mîlyon kesî bi alîkariya însanî ya lezgîn heye û hişyarî da, heta dawiya vê salê dibe ku 2 mîlyon mirov ji cih û warên xwe bibin.
Bajarê Ramadî, ku di Gulana 2015'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû dagirkirin, di encama operasyonekê de di dawiya salê de ji aliyê yekîneyên artêşê ve hatibû rizgarkirin. Bajarê Ramadî niha bi temamî ji çeteyan hatiye paqijkirin.