Zêdeyî 270 mîlyon hesabên E-Mail'ê hatin dizîn

Hat ragihandin, li gelemperiya cîhanê herî kêm 270 mîlyon hesabên E-Mail'ê hatine hackkirin.

Hat ragihandin, li gelemperiya cîhanê herî kêm 270 mîlyon hesabên E-Mail'ê hatine hackkirin.

Li gorî daxuyaniya şîrketa pisporiya ewlekariyê ya bi navê Hold Security, piraniya wan ji Rûsyayê zêdeyî 272 mîlyon hesabên E-Mail'ê hatine hackkirin.

Hat ragihandin piraniya E-Mail ên hatine dizîn ji hesabên Mail.ru ne, lê bikarhênerên Yahoo, Google û Microsoft jî hedef hatine girtin. Tê gotin, hejmara hesabên ji Yahoo, Google û Microsoft hatine hackkirin bi qasî 100 mîlyon e.

Microsoftê bi daxuyaniyekê ragihand, ku ji bo tespîtkirina hesabên E-Mail ên hatine dizîn, karê wan dewam dike.

Der barê mijarê de ji Google û Yahooyê heta niha ti daxuyanî nehatiye dayîn.