Li DYA û Elmanyayê aborî mezin bibe, lê çîna navîn biçûk dibe

Li gorî encamên lêkolîna ji aliyê Estîtuya Lêkolînên Aboriyê ya Elman (DIW), tevî ku aboriya li welêt mezin bûye û rêjeya bêkariyê kêm bûye jî 'çîna navîn' qelstir bûye.

Li gorî encamên lêkolîna ji aliyê Estîtuya Lêkolînên Aboriyê ya Elman (DIW), tevî ku aboriya li welêt mezin bûye û rêjeya bêkariyê kêm bûye jî 'çîna navîn' qelstir bûye. Di lêkolîna li ser daneyên Elmanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de hat tespîtkirin, hatineya biyaniyan, mirovên ji Latîn Amerîka û ciwanan her diçe kêmtir dibe.

Li gorî lêkolînê, rêjeya mirovên di navbera salên 1991-2013'an de li her du welatan di çîna hatineyên navîn de cih digirin, ji sedî 6 kêm bûye.

Ev kêmbûn herî zêde li Elmanyayê di nava ciwanên 18-30 salî de hat dîtin. Di sala 1983'an de ji sedî 69 ê ciwanên li Elmanyayê xwedî hatineyeke navîn bû, lê di salên 2010'an de ev daket ji sedî 52'an.

Di heman demê de rêjeya mirovên 30-45 salî yên xwedî hatineya navîn ji sedî 78 bû, lê daket ji sedî 64'an.

Li gorî lêkolînê, di nava mirovên li Elmanyayê ji çîna navîn daketiye çîna xwedî hatineyeke kêm, herî zêde mirovên biyanî hene. Li DYA Jî tevî hemû sererastkirinên li qada aboriyê jî, herî zêde hatineyên mirovên li Latîn Amerîka û Reşik kêm bûne. Li nava komên din, aborî ber bi rewşeke baş ve çûye.