Li dijî hikûmeta otorîter a Polonyayê tifaqa partiyên mûxalîf

Li Polonyayê, hikûmeta ku bi polîtîkayên xwe yên otorîter û dijberiya Yekîtiya Ewropayê rastî nerazîbûnan tê, partiyên mûxalîf tifaqek ava kirin.

Li Polonyayê, hikûmeta ku bi polîtîkayên xwe yên otorîter û dijberiya Yekîtiya Ewropayê rastî nerazîbûnan tê, partiyên mûxalîf tifaqek ava kirin.

Partiya Edalet û Hiqûqê (PiS) ku bi dijberiya xwe ya li Yekîtiya Ewropayê (YE) tê naskirin û di meha Cotmehê de hat ser desthilatdariyê, di nava destûra bingehîn de hin guhertin pêk anî û hewl da hêzê hîn bêhtir bixe destê hikûmetê. Li dijî hikûmeta bi lîderiya Serokwezîr Jaorslaw Kaczynski, Komîteya parastina Demokrasiyê (KOD) bi mehan e çalakiyên protestoyî lidar dixe. Di nava vê tifaqê de gelek partiyên mûxalefetê cih digirin.

Berdevkê KOD'ê Mateusz Kijowski der barê tifaqê de daxuyaniyek da û anî ziman ku ew li dora sê xalên bingehîn li hev civiyan e. Kijowski diyar kir, ev mijar jî dilsoziya bi nirxên Ewropayê, parastina sîstema destûra bingehîn û pêşîgirtina li xisara hikûmeta PiS dide saziyan e.

Di nava vê tifaqa li dijî hikûmetê de partiyên weke Nowoczesna ya neo-lîberal, Partiya Gundî (PSL) û Partiya Sosyal Demokrat (SLD) cih digirin.

Mezintirîn partiya mûxalefetê Platforma Welatiyan (PO) jî hînê eşkere nekiriye ku tevlî tifaqê bibe yan na.