Serhengê darbekar ê Arjantînî wê bê radestkirin

Serhengekî di dema dîktatoriya salên 1976-83'an a li Arjantînê de navê wî bi sûcên li dijî mirovahiyê hat bilêvkirin, li Ekvadorê hat girtin.

Serhengekî di dema dîktatoriya salên 1976-83'an a li Arjantînê de navê wî bi sûcên li dijî mirovahiyê hat bilêvkirin, li Ekvadorê hat girtin. Hat ragihandin serheng (albay) ê bi navê Horacio E. wê radestî Arjantînê were kirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya Wezareta Karên Hundir a Ekvadorê de hat gotin, Horacio E. êvara Pêncşemê li herêma Gûayasê hatiye girtin. 

Wezaretê diyar kir, ev serhengê berê li ser daxwaza Înterpolê hatiye girtin û sewqî paytext Qûîto hatiye kirin.

Piştî kar û barên fermî, tê payîn ev serhengê kevn radestî Arjantînê were kirin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, eger Horacio E. ê Înterpol bi bultena sor lê digere radestî welatê xwe bê kirin, wê ji ber 'sûcê li dijî mirovahiyê' yê dema dîktatoriyê bê darizandin.

Di dema dîktatoriya leşkerî ya navbera salên 1976-83'an de 30 hezar kes hatibûn qetilkirin û hejmareke zêde jî hatibûn windakirin. Di vê dema dîktatoriyê de 15 hezar kes bi reşandina guleyan hatin qetilkirin, zêdeyî 9 hezar mûxalîf hatin girtin û 1,5 mîlyon mirovî welatê xwe terikandibûn.

Darizandinên li ser dema darbeyê, di sala 2006'an de ji nû ve destpê kiribûn.