Şewata li Kanadayê qels dibe
Şewata li daristana Fort McMûrray a li herêma Alberta ya li Kanadayê dewam dike. Şewata ku di 1'ê Gulanê de destpê kir, qels dibe.

Serokwezîra Alberta Rachel Notley da xuyakirin, ku texmînên wan zûtir hêza şewatê qels bûye. Tê gotin, asta belavbûna şewatê û herêma bandorê lê dike, wê ji texmînan kêmtir be. Şewata di 1'ê Gulanê de destpê kir, heta niha qadeke daristanî ya ji 1610 kîlometre çargoşeyî tine kir. Rayedarên arkujiyê ragihandibûn, ku li gorî texmînên wan wê şewat qadeke daristanî ya ji 2 hezar kîlometre çargoşeyî tine bike.
Tê gotin, şewat ji duh ve ber bi başûrrojhilatê welêt ve diçe û ji Fort McMûrray derketiye. Hat ragihandin, ba şewatê belav dike, lê ji ber baranê û hewa sar hêza şewatê qels bûye.
Tîmên arkujiyê yên bi rojan e hewl didin vê şewatê bitefînin, betilî û bêmoral in, dibêjin ku ev şewata mezin wê ji ber xwe ve vemire.
Rayedarên arkujiyê dan xuyakirin, ku eger baraneke dijwar nebare e, di mehên pêş de ew ê neçar bimînin şewateke gengaz a li daristanan vemirînin.
100 hezar kesên ji ber şewatê ji malên wan hatine derxistin, ji bo karibin vegerin divê hinekî din bisekinin.
Rayedarên Fort McMûrray dan zanîn, ku ji bo bajarê bûye xwelî bê paqijkirin û pirsgirêkên xwe yên binesaziyê werin çareserkir, xebat tên meşandin. Çavkaniyên polîsan jî hewl didin bajêr ewle bikin.
Mirovên ji bajêr hatine derxistin jî li bajarên derdorê hatine bicihkirin.