Li Çînê hezaz: Bi dehan kes winda ne
Hat ragihandin li Çînê, ji ber hezazê 35 kes winda bûne.
Hat ragihandin li Çînê, ji ber hezazê 35 kes winda bûne.
Li gorî nûçeya ajansa Şînhûa, rayedaran dan xuyakirin ku li înşaeta projeya hîdroelektrîk a li eyaleta Fûcoû ya li başûrrojhilatê Çînê erd şemitî û di bûyerê de 35 karker winda bûne.
Hat ragihand, hezaz ji ber barana zêde ya li herêmê bariya rû da. Li gorî agahiyan, rewşa 5 karkerên hatine rizgarkirin giran e.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirina 35 karkeran dewam dikin.