3 rojnamevanên Spanyayî yên li Sûriyeyê hatin revandin piştî 10 mehan azad bûn

Sê rojnamevanên Spanyayî yên berî 10 mehan li Sûriyeyê ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin, di dawiya dawî de hatin berdan.

Sê rojnamevanên Spanyayî yên berî 10 mehan li Sûriyeyê ji aliyê komên çekdar ve hatin revandin, di dawiya dawî de hatin bedan.

Di daxuyaniyên hikûmeta Spanyayê û Federasyona Rojnamevanan de hat ragihandin, rojnamevanên par li taxa El Maadî ya Helebê hatin revandin, niha li herêmek ewle ne.

Hat gotin, rewşa tenduristiyê ya rojnamevan Jose Manuel Lopez, Angel Sastre û Antonio Pampliega baş e.

Her sê rojnamevan, dema şerê li Helebê dişopandin hatibûn revandin. Rojnamevan herî dawî di 13'ê Tîrmeha 2015'an de li taxa El Maadî ya Helebê hatibûn dîtin. Dihat texmînkirin ku rojnamevan ji aliyê komên dijberê rejîmê ev hatine revandin.

Seroka Federasyona Rojnamevanên Spanyayî (FAPE) Elsa Gonzalez da xuyakirin, ku hempîşeyên wan niha li ser rêya vegera li welêt e.

Gonzalez diyar kir, ji rojnamevanan Antonio Pampliega heta sala 2013'an ji bo AFP'ê şerê navxweyî yê li Sûriyeyê dişopand, Jose Manuel Lopez jî ji ber nûçeyên xwe yên li ser şerê li Sûriye û welatên din, xelat wergirtibû.