Li Kongo êrîş: Herî kêm 16 sivîl hatin qetilkirin

Li Komara Kongo ya Demokratîk a Afrîka Navîn, di encama êrîşeke çekdarî ya li hemberî gundekî de herî kêm 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Waliyê Herêma Benî Bernard Amîsî Kalonda der barê êrîşa li rojhilatê welêt de daxuyaniyek da û diyar kir, ku êrîş duh bi şev li hemberî gundekî hatiye kirin.

Kalonda der barê êrîşkaran de agahî neda û diyar kir, komên li derdora herêma yekîneyên artêşê lê ne, gundî qetil kirine.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî û rayedarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ên li herêmê wezîfedar hatin bidestxistin, di êrîşê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Komara Kongo ya Demokratîk, di navbera yekîneyên artêşê û rêxistina bi navê Hêzên Tifaqa Demokratîk (ADF) a li Ûgandayê bi cih bûye de, bi salan e şer diqewime.