Masaiyî hewl didin qadên xwe yên jiyanê rizgar bikin

Li Kenyayê, ku bi qadên xwe yên jiyana xwezayî ve bala bi mîlyonan tûrîstan dikişîne, projeyên li dijî jiyana gelên xwecihî tên amadekirin û bi cih anîn. Ev projeyên li dijî gelan rastî nerazîbûnê tên.

Li Kenyayê, ku bi qadên xwe yên jiyana xwezayî ve bala bi mîlyonan tûrîstan dikişîne, projeyên li dijî jiyana gelên xwecihî tên amadekirin û bi cih anîn. Ev projeyên li dijî gelan rastî nerazîbûnê tên. Masaiyên li herêma navbera Kenya û Tanzanya dijîn, ji bo xwe û heywanên li van qadên xwezayî biparêzin, hewl didin axa dixwazin ji wan bê stendin, bikirin.

Di çarçoveya vê projeyê de, ku malpera avaaz.org jî destekê dide, ji qada jiyanê ya Masaiyan a ku karsaz û hikûmet bi rengekî mafyayî hewl didin desteser bikin, beşa ji 1.600 hektarî wê were kirîn. Bi vê projeyê ve tê xwestin, hem qadên xwezayî bên parastin, hem jî bi saya vê qadê di navbera parkên xwezayî de 'korîdoreke ekolojîk' bê vekirin da ku heywan karibin jê derbas bibin.

Ji bo destekkirina vê proeya Masaiyên li başûrrojavayê Kenyayê dijîn, di malpera avaaz.org de kampanya alîkariyê ya madî hat destpêkirin. Di metna kampanyayê de ji beşdaran tê xwestin, herî kêm bi 2 euro tevlî kampanyayê bibin. Di vê metnê de tê ragihandin, 'mafya, mîlyarder û wezîrên hikûmetê' dixwazin li qadên jiyanê yên Masaiyan, kompleksên safarî ava bikin.

Tê gotin, bi saya vê projeyê wê qadên jiyanê yên Masaiyan bi hev ve bên girêdan û xaka vê herêmê wê ji aliyê gelê xwecihî ve bê bikaranîn. 

Nifûsa giştî ya Masaiyên li herêma navbera Kenya û Tanzanya dijîn zêdeyî mîlyonekê ye. Piraniya vê nifûsê neçar ma jiyana xwe li gorî jiyana bajêr biguherîne. Lê belê hînê beşeke girîng a vî gelî bi rengekî jiyana nîv-koçeriyê dijî. Beşeke din jî qadên jiyana xwezayî neterikandiye.

Li Kenyayê, ku yek ji sê parên gel ji elektrîkê bêparin, herî dawî bi hevkariya Japonyayê li herêma Masaiyan santralên elektrîkê yên jeo-termîk hatibûn avakirin. Masaiyên li herêma santral lê hat çêkirin dijiyan, derbasî herêmên din hatibûn kirin.