Sadiq Khan bû Şaredarê destpêkê yê Londonê yê Misilman
Di hilbijartinên roja Pêncşemê yên li Brîtanyayê de rewşeke nû rû da. Ji bo Serokatiya Şaredariya Londonê yekemcar Misilmanek hat hilbijartin.

Namzetê Partiya Karker (Labour) parêzer Sadiq Khan ji sedî 44,2 ê dengên tercîda yekemîn wergirt. Namzetê Partiya Mûxafazakar a li desthilatdariyê (Tories) karsaz Zac Goldsmith ji sedî 35 ê dengan stend.
Ji ber ku ku rêjeya dengên tercîha tûra destpêkê di binê rêjeya ji sedî 50 de ma, dengên tercîha duyemîn ên ji namzetên din ên li derveyî Khan û Goldsmith ve hatin dayîn, hatin jimartin. Sadiq Khan ji sedî 65 ê dengên tercîha duyemîn a ji namzetên din re hatin dayîn wergirt û dengê xwe gihand rêjeya ji sedî 56,8.
Khan bi qasî 1 mîlyon 310 dengên tercîhê, Goldsmith jî 994 hezar dengên tercîhê wergirtin.
Sadiq Khan ê ji malbateke Pakîstanê ye, bi salan parêzerî kir û tevlî gelek dozên mafên mirovan bû.
Hilbijartina Khan weke Misilmanekî ji bo Serokatiya Şaredariya Londonê, kêm be jî şoqa kêmbûna dengên Partiya Karker ên li Skoçya û Îngilîstanê ji holê rakir.
Di hilbijartinên parlamenta herêmî de jî li Skoçyayê Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP) a alîgirê serxwebûnê, li Gallerê Partiya Karker û li Bakurê Îrlandayê jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (DUP) a alîgirê Brîtanyayê bi ser ketibûn.