Nerazîbûnên li hemberî biryara Komîsyona YE
Li nava Yekîtiya Ewropayê (YE) ku hewl dide bi peymana bi Tirkiyeyê re hatine penaberan kêm bike, nîqaşên li ser sîstema nû ya penaberiyê dewam dike.
Li nava Yekîtiya Ewropayê (YE) ku hewl dide bi peymana bi Tirkiyeyê re hatine penaberan kêm bike, nîqaşên li ser sîstema nû ya penaberiyê dewam dike.
Li nava Yekîtiya Ewropayê (YE) ku hewl dide bi peymana bi Tirkiyeyê re hatine penaberan kêm bike, nîqaşên li ser sîstema nû ya penaberiyê dewam dike. Di vê çarçoveyê de Komîsyona Ewropayê pêşniyar dike, ku welatên penaberan qebûl nekin bi cezayê pereyan bên cezakirin. Her wiha dixwaze pêkanîna vîzeyê ji bo Tirkiyeyê bê rakirin. Gelek welatên endam bi rengekî tund li dijî Komîsyona Ewropayê derdikevin.
KOMÊN LI PARLAMENTA EWROPAYÊ NERAZÎBÛN NÎŞANÎ BIRYARA TÊKILDARÎ TIRKIYEYÊ DAN
Li hemberî Komîsyona Ewropayê ku ji bo rakirina vîze biryara pêşniyarkirinê wergirt, welatên din ên Ewropayê nerazîbûn nîşan dan. Serokê Koma Mûxafazakar a Parlamenta Ewropayê (PE) Manfred Weber da xuyakirin ku biryara komîsyonê 'nayê fêmkirin'.
Berdevka Karên Hundir a Koma Sosyal Demokrat a PE Birgit Sippel jî got, "Ne ya qebûlkirinê ye ku Komîsyona Yekîtiya Ewropa ji bo Tirkiyeyê erzaniya siyasî bike."
Serokê Koma Lîberal a PE û Serokwezîrê berê yê Belçîkayê Guy Verhostadt jî da zanîn, Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ya li Tirkiyeyê li hemberî rojnamevanên xwecihî û biyanî weke amûreke zext û îşkenceyê tê bikaranîn. Yek ji 5 pîvanên dawî yên ji bo serbestiya vîzeyê ji Tirkiyeyê tê xwestin bi cih bîne, têkildarî vê qanûnê ye.
'EGER MAFÊ TIRKIYEYÊ BE, HINGÎ MAFÊ WE YE JÎ'
Welatên Vîsegradê, ku ji Macarîstan, Komara Çek, Slovakya û Polonyayê pêk tên, li Pragê bi wezîrên karên derve yên Ûkrayna, Azerbaycan, Gurcîstan, Ermenîstan, Rûsya Spî û Moldovyayê re civînek lidarxistibûn.
Wezîrê Karên Derve yê Macarîstanê Peter Szijjarto pêşniyara Komîsyona YE ya ji bo serbestiya vîzeyê ji Tirkiyeyê re rexne kir û got, "Ne ya qebûlkirinê ye ku Tirkiye beriya Gurcîstan û Ûkrayna yên ji reforman re amade ye, vî mafî bi dest bixe."
LI WELATÊN PENABERAN QEBÛL NAKIN, CEZAYÊ PEREYAN
Li gorî plana çend roj berê ji aliyê Komîsyona YE ve hat ragihandin, li welatên penaberên divê bi sîstema kota ji Tirkiyeyê û welatên din werbigirin qebûl nekin, wê cezayê pereyan bê birîn. Li gorî vê planê, li her welatê vê qebûl neke, wê serê her penaberekî 250 hezar euro cezayê pere bê birîn.
Lê belê, ev yek ji bo welatên Polonya, Macarîstan, Slovakya, Komara Çekê û gelek welatên din ên li dijî kota penaberan derdikevin tê wateya cezayekî ji sed mîlyonan, bi mîlyaran euroyî. Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê Witold Waszczykowski der barê planê de daxuyaniyek da û got, "Ez ji xwe dipirsim; gelo ev pêşniyareke cidî ye yan jî heneka 1'ê Nîsanê ye."
Hikûmeta Macarîstanê jî nerazîbûnek bi heman rengî nîşan da. Wezîrê Karên Derve Peter Szijjarto da xuyakirin ku pêşniyara cezayê pereyan 'şantaj' e û îdîa kir ku ev pêşniyar 'ne aqilan e' 'ne Ewropî' ye.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Çekê Lûbomîr Zaoralek jî got, "Ti ji pêşniyarên me ji hev cihê bike, wê bi kêr neyê."