Êdî namzetê serokatiya DYA Trûmp bê hevrik e
Namzetê yekemîn ê serokatiya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) mîsoger bû.
Namzetê yekemîn ê serokatiya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) mîsoger bû.
Namzetê yekemîn ê serokatiya Dewletên Yekbûyî ya Amerîka (DYA) mîsoger bû. Di pêşhilbijariya Komarparêzan de piştî Ted Crûz, John Kasîch jî ji namzetiyê xwe kişand, Donald Trûmp bê hevrik ma.
Li gorî nûçeyên Televziyona NBC û CNN’ê, Kasîch ê li pêşberî Trûmp ti şensê wî nemaye ji ber vê ji namzetiyê vekişiyaye. Kasîch daxuyaniya konferansê ya ku wê ji bo sibehê bikiriba jî betal kir û îro diyar kir ku wê li eyaleta Ohîoyê daxuyaniyê bide.
Li gel Kasich ji namzetên Partiya Komarparêzan Senetorê Texas Ted Crûz jî xwe ji namzetiyê kişandibû. Bi vî awayî di pêşhilbijartiyê de ti hevrikê Donald Trûmp ê li tevahî cîhanê bi daxuyaniyên xwe yên turîzm, koçberî û Îslamê navê xwe dabû der bê hevrik ma.
Niha Trûmp ê ku xwedî 1014 dengan e, tenê li bendê ma ye ku di kongreya partiya xwe ya Hezîranê de namzetiya xwe bike fermî.
Di anketên demên dawiyê de bi piraniya xwe di hilbijartina mabeyna Hîllary Clînton û Donald Trûmp de Clînton bi ser diket. Lê tê payîn ku Trûmp li pêşberî Clînton kampanyayeke xurt bide meşandin û encaman bide guhertin.