Li Derbasoka Brennerê çalakger û polîs bi hev ketin

Li dijî rêsandina têlan û ji nû ve destpêkirina kontrola li ser sînorê Awûstûrya û Îtalyayê, bi sedan çalakgerên çep xwepêşandanek lidar xistin.

Li dijî rêsandina têlan û ji nû ve destpêkirina kontrola li ser sînorê Awûstûrya û Îtalyayê, bi sedan çalakgerên çep xwepêşandanek lidar xistin. Di dema çalakiyê de komên otonom û polîs bi hev ketin û gelek xwepêşandêr hatin binçavkirin.

Hikûmeta Awûstûryayê, ji bo pêşî li hatina penaberên ji Îtalyayê bigire biryar dabû ku li Derbasoka Brenner a navbera her du welatan, têlan birêsîne û kontrolên li ser sînor ji nû ve bide destpêkirin. Bi armanca şermezarkirina vê biryara li dijî penaberan, bi qasî 600 ciwanên endamên komên otonom ên çep, li ser sînor çalakiyek pêk anîn.

Xwepêşandêrên kincê reş li xwe kirin, duh danê nîvro li aliyê sînor ê Îtalyayê li hev civiyan û bi daxwaza 'bila sînor were rakirin' xwepêşandanek lidar xistin. Çalakgeran xwestin ber bi Awûstûrya ve bimeşin, lê bûn hedefa destwerdana polîsan.

Ji ber destwerdana polîsan a bi bombeyên çavan dişewitînin, gelek ciwan birîndar bûn û herî kêm 20 es hatin binçavkirin. Di bûyerê de 4 polîs jî birîndar bûn.

Di Derbasoka Brenner de, ku Awûstûryayê ji bo pêşîgirtina li hatina penaberan biryara girtina wê da, rojane bi qasî 15 hezar wesayît û 2 hezar 500 qemyon derbas dibin. Serokê Komîsyona Yekîtiğya Ewropayê Jean-Claude Juncker duh daxuyaniyek weşandibû, hikûmeta Awûstûryayê hişyar kiribû û diyar kiribû, ev blokaja li derbasokê wê zerarê bide tevahiya Ewropayê.