Li Kanadayê agirê ku beriya du rojan a li daristanên Eyaleta Albertê derketibûn, rê li ber ziyanekî mezin ê bajarê Fort McMûrrayê vekir. Heta vê gavê qadeke 7 hezar û 500 hektar û 2 hezar mal û kargeh şewitîne.
ANF
FORT MACMÛRRAY
pêncşem, 5 gulanê 2016, 17:51
Li Kanadayê agirê ku beriya du rojan a li daristanên Eyaleta Albertê derketibûn, rê li ber ziyanekî mezin ê bajarê Fort McMûrrayê vekir. Heta vê gavê qadeke 7 hezar û 500 hektar û 2 hezar mal û kargeh şewitîne.
Şewata daristanê ji ber rewşa hewayê û zûhabûna xakê her ku diçe belav dibe, li bajarê Fort McMûrrayê 88 hezar kes hatin tehliyekirin. Bajarokê Anzac ê 50 kîlometreyan ji bajar dûr e duh hatibû valakirin.
Serokwezîrê Kanada Jûstîn Trûdeaû diyar kir ku eger agir neyê vemirandin wê balafirên aîdî artêşê bikevin dewreyê.
Di welat de heta roja îro yek jî felaketa ku herî ziyan daye ev şewate. Tê texmînkirin ku rê li ber ziyanekî bi milyar dolarên Kanadayê vekiriye.