CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Zêdebûna hejmara penaberan pêwîstiya bi hîndekaran jî zêde kir
Li Elmanyayê, ji bo perwerde û entegrasyona li qada kar a penaberan, pêwîstî bi 2,2 mîlyar heta 3 mîlyar euroyî budçeyeke zêde heye. -
Parlamentera Îngilîz di êrîşa bi çekdarî de jiyana xwe ji dest da
Parlamentera Îngilîz Jo Cox, îro li bajarokê Brîstall a nêzîkî bajarê Leîchersterê, di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. -
Di hilbijartinên pêşwext ên Spanyayê de wê encam neguhere
Li Spanyayê, ji bo hilbijartinên giştî yên 26'ê Hezîranê kampanya hilbijartinê dewam dike. Tê payîn, encamek ji hilbijartinên meha Kanûnê ne cudatir derkeve holê. -
Sendîka bi biryardarî li hemberî hikûmeta Fransayê li ber xwe didin
Tevî hemû zextên hikûmet, medya û karsazan jî sendîka çalakiyên xwe yên protestoyî yên li hemberî Qanûna Kar neqedînin. -
Ji bo nexweşên felçbûyî tedawiya bi şaneya bingehîn
Li DYA nexweşên felçbûyî yên xwîn rijiyane ser mejiyê wan, bi şaneya bingehîn hatin tedawîkirin. Ji vê tedawiyê encameke erênî derket holê. -
Tê gotin, enqaza balafira Misirê ya li Derya Spî ket xwarê hat dîtin
Hat ragihandin, cihê balafira Rêyên Hewayî ya Misirê, ku roja 19'ê Gulanê tevî 66 rêwî û personelan li Derya Spî ket xwarê hatiye tespîtkirin. -
'YE xwe ji bo senaryoyên piştî Brexitê amade dike'
Di anketên li ser referandûma têkildarî endametiya Brîtanya Mezin a li nava Yekîtiya Ewropayê de, hejmara dijberên yekîtiyê zêde xuya dike. Ji ber vê yekê Yekîtiya Ewropa (YE) 'senaryo'yên nû amade dike. -
Konseya Eyaletên Swîsreyê got: Bila serlêdana endamtiya YE vekişîne
Swîsre ya ji ber referandûma sala bihurî hate qebûlkirin û li welatên Ewropa ji bo penaberan sînoran datîne, bi Yekîtiya Ewropa (YE) re têkîliyên xwe nexweş bibû, wê serlêdana xwe ya endamtiya yekîtiyê bi awayekî fermî vekişîne. -
Ji nava welatên G7'an Fransayê mora xwe danî binê peymana avhewayê
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande, Peymana Avhewayê ya di meha Nîsanê de bi bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat morkirin, erê kir. -
Mîsyona Sophîa ya YE wê ambargoya çekan jî kontrol bike
Bi pêşnûmeya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hat erêkirin ve, çarçoveya Mîsyona Sophîa ya ji bo têkoşîna li dijî qaçaxçitiya mirovan a li Derya Spî hat avakirin, hat berfirehkirin. -
Bîlançoya çalakiyên li Fransayê giran e
Li hemberî guhertina Qanûna Xebatê ya Fransayê, duh bi beşdariyeke xurt çalakî hatin lidarxistin. Bîlançoya van çalakiyan hat eşkerekirin. -
Ji NATO'yê li dijî êrîşên sîber parastina hevpar
Di civîna dawî ya wezîrên parastinê de, ku beriya civîna bilind a NATO'yê li Bukselê hat lidarxistin, di mijara zêdekirina hejmara yekîneyên eşkerî yên li Rojhilatê Ewropayê, ku Rûsya li dij derdikeve, biryar hat standin. -
Hejmara Selefiyan û rastgirên tund ên li Berlînê zêde bû
Li gorî rapora Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Eyaleta Berlînê ya sala 2015'an, xeteriya sereke zêdebûna endamên 'Selefî' û komên tund ê rastgir ên Elman e. -
Li Yewnanîstanê bi dehan balafirgeh û bendergeh tên xwemalîkirin
Li Yewnanîstanê ku 19 balafirgehên herêmên tûrîstîk ji bo 40 salan hatin kirêkirin, herî kêm 23 balafirgeh û 10 bendergeh jî tên xwemalîkirin. -
Raportora PE Pîrî: Eger HDP’î bên girtin serbestiya vîzeyên nakeve dengdanê
Raportora Tirkiye ya PE’yê Katî Pîrî, di axaftina xwe ya di rûniştina Parlamentoya Ewropayê de diyar kir ku di rewşa parlamenterekî HDP’ê jî bê girtin de li Parlamentoya Ewropayê serbestiya vîzeyê ya ji bo Tirkiyeyê qet naxîne dengdanê. -
Li Swêdê greva pîlotên SAS’ê bi dawî bû
Greva pîlotên SAS’ê ya ku li Swêdê ji ber hevdîtinên hevpeymana komî ya mabeyna SAS û Sendîkaya Pîlotan de bêencam mabû dabûn destpêkirin, di roja 5. de bi dawî bû. -
Alîgirên Brexît cara yekem ewqasî zêde bûn
Hejmara kesên ku dixwazin Brîtanya ji YE derkeve (Brexît) her ku diçe zêdetir dibin. -
Li Elmanyayê wê pir jinîtî êdî neyê qebûlkirin
Hikûmeta Elmanya, ji bo redkirina zewaca kesên bi gelek jinan re zewiciye, wê gavekê bavêje. -
Hollande: Ev êrîş êrîşeke terorîstî ye
Kesê ku li bajarê Magnanvîlle yê li herêma Parîsê polîsek kuşt, derket holê, ji ber têkiliya xwe ya bi komeke tund a olî ya Pakîstanî, di sala 2013'an de ketiye girtîgehê. -
Norwêc di qetilkirina balînayan de yekemîn e
Di rapora rêxistinên bi navê Pro Wildlife, OceanCare û Animal Welfare Institute (AWI) de rexne li Norwêcê hat kirin, ku qetilkirina bi hezaran balînayan a her sal, ji nedîtî ve tê. -
Tevî Euro 2016 jî li Fransayê îro çalakî tên lidarxistin
Çalakiyên protestoyî yên li dijî Qanûna Xebatê ya li Fransayê, tevî maçên Euro 2016 jî bi biryardaiyeke mezin îro dewam dikin. -
Clînton ji Siûdiyan re got, 'fînansamana' rêxistinên tund bisekinîne
Bernamzeta Partiya Demokrat Hîllary Clînton der barê komkujiya Orlando de axivî û ji welatên Kendavê bi taybetî ji Siûdiyan xwest, 'fînansekirina rêxistinên tund' rawestînin. -
Trûmp komkujiya li Orlando kir amûreke propaganda hilbijartinê
Nerazîbûnên li hemberî qetilkirina 49 kesan li Orlando dewam dikin. Komkujî di heman demê de bû amûrek propaganda hilbijartinên li Amerîkayê. -
Penaber dîsa tên veguhestin
Dîsa ji bo penaberên li sînorê Makedonya yê bi Yewnanîstanê re rehetî nîne. Nêzî 3 hezar penaberên li derdora bajarokê Polîkastro ku tê gotin piraniya wan Kurd in, ji aliyê polîsan ve tên veguhestin. -
IKEA bi rejîma Mubarek a dîktator re hevkarî kiriye
Derket holê, ji mezintirîn rêze-firoşgehên cîhanê IKEA ya Swêdî, bi rejîma Serokdewletê berê Husnu Mubarek ê 32 salan bi dîktatorî Misir bi rê ve bir, hevkarî kiriye.