Raportora PE Pîrî: Eger HDP’î bên girtin serbestiya vîzeyên nakeve dengdanê

Raportora Tirkiye ya PE’yê Katî Pîrî, di axaftina xwe ya di rûniştina Parlamentoya Ewropayê de diyar kir ku di rewşa parlamenterekî HDP’ê jî bê girtin de li Parlamentoya Ewropayê serbestiya vîzeyê ya ji bo Tirkiyeyê qet naxîne dengdanê.

Di rûniştina Komîteya Karên Derve yê Parlametoya Ewropa ya li Brûkselê ku Heserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş tevlî bû,  Raportora Tirkiye ya PE’yê Katî Pîrî axivî. Raportorê Tirkiye ya PE’yê Pîrî, di axaftina xwe de têkidarî rakirina destlênedayîna parlementeran nirxandinên girîng kir.

Pîrî anî ziman ku di rewşeke parlementerên HDP’ê bikevin hepsê serbestiya vîzeyê ya ji bo Tirkiyeyê qet nakeve dengdanê.

Pîrî, di axaftina xwe ya rûniştinê de wiha got: “Tu (Selahattîn Demîrtaş) yan jî hempişeyên me (Parlamenterên HDP’ê) bikevin hepsê, Parlamentoya Ewropayê serbestiya vîzeyê ya ji bo Tirkiyeyê qet naxe dengdanê.”

Pîrî da zanîn ku li piraniya Parlamentoya Ewropayê têkîldarî bûyerên li gelek qadên li Tirkiyeyê rexneyên xwe hene û wiha axivî: “Di rakirina destlênedayîna gelek parlementeran de em dizanin ku hedef HDP’î ne.”