Bîlançoya çalakiyên li Fransayê giran e
Li hemberî guhertina Qanûna Xebatê ya Fransayê, duh bi beşdariyeke xurt çalakî hatin lidarxistin. Bîlançoya van çalakiyan hat eşkerekirin.
Li hemberî guhertina Qanûna Xebatê ya Fransayê, duh bi beşdariyeke xurt çalakî hatin lidarxistin. Bîlançoya van çalakiyan hat eşkerekirin.
Li gorî sendîkayan 1,3 mîlyon kes tevlî çalakiyan bûn. Di çalakiyan de zêdeyî 70 kes hatin binçavkirin, herî kêm 40 kes jî birîndar bûn.
Di dema xwepêşandanên li paytext Parîsê de, ku bi sed hezaran kes beşdar bûn, hin koman êrîşî Nexweşxaneya Neckerê kirin. Ev yek bû sedema nerazîbûnan. Di çalakiyên li bajarên din de jî, di navbera polîsan û xwepêşandêran de şer derket.
Li gorî Wezareta Karên Hundir di bûyerên duh de li paytexta Parîsê zêdeyî 60 kes hatin binçavkirin û 40 kes jî birîndar bûn, ku 29 ji wan polîs in. Li gorî Midûriyeta Emniyetê jî hejmara kesên li gelemperiya Fransayê di xwepêşandanan de hatin binçavkirin, 73 ye.
Çalakiyên li gelemperiya welêt, li gorî polîsan bi tevlîbûna 80 hezar kesî pêk hat. Lê sendîkayan dan zanîn, 1,3 mîlyon kes tevlî çalakiyan bûne. Çalakiyên duh, çalakiyên herî girseyî yên ji meha Adarê ve li dijî Qanûna Xebatê tên lidarxistin e.