Trûmp komkujiya li Orlando kir amûreke propaganda hilbijartinê

Nerazîbûnên li hemberî qetilkirina 49 kesan li Orlando dewam dikin. Komkujî di heman demê de bû amûrek propaganda hilbijartinên li Amerîkayê.

Namzetê Partiya Komarparêzan Donald Trûmp têkildarî êrîşa ji ailyê Omer Metîn ê ji Afganîstanê ve hat kirin axivî diyar kir, dema ew hat hilbijartin ew ê nehêle koçberên ji welatên 'rabirdûyeke xwe ya terorîzmê heye' bên DYA.

Trûmp li bajarê Manchester ê ser bi eyaleta New Hampshîre axivî û îdîa kir, polîtîkayên heta roja îro hatine meşandin têra pêşîgirtina li êrîşên terorê nekirine. Trûmp işaret bi welatên rêxistinên terorê jê êrîşî DYA, Ewropa û welatên hevalbend dikin û ragihand, heta 'bidawîbûna gefê' ew ê koça ji van welatan betal bike.

Ji ber gotinên xwe yên 'tund' ên li hemberî Îslam û koçberiyê, gelek kesan beriya niha rexne li Donald Trûmp kiribûn.