Parlamentera Îngilîz di êrîşa bi çekdarî de jiyana xwe ji dest da

Parlamentera Îngilîz Jo Cox, îro li bajarokê Brîstall a nêzîkî bajarê Leîchersterê, di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da.

Cox a ku 41 salî bû, îro di saetên danê nîvroyê de li bajarokê Brîstall ji aliyê kesekî navê wî nehate diyarkirin ê 52 salî ve bi êrîşeke çekdarî hevrû  hat. Êrîşkar piştî êrîşa bi çekê ya li hember Cox jî çend caran jî ew kêr kir.

Cox a ku piştî bûyerê bi birînek giran rakirin nexweşxaneyê, nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku di bûyerê de kesekî 77 salî jî birîndar bû.

Polîsan piştî êrîşê di demekî kurt de gumanbar girtin bin çavan.

Polîsan hê têkidarî armanca bûyerê,y an çawa pêk hatiye daxuyanî nedane.