Alîgirên Brexît cara yekem ewqasî zêde bûn
Hejmara kesên ku dixwazin Brîtanya ji YE derkeve (Brexît) her ku diçe zêdetir dibin.
Hejmara kesên ku dixwazin Brîtanya ji YE derkeve (Brexît) her ku diçe zêdetir dibin.
Hejmara kesên ku dixwazin Brîtanya ji YE derkeve (Brexît) her ku diçe zêdetir dibin. Anketên dawî nîşan dide ku alîgirên Brexît ji destpêka kampanyaya referandûmê ve bi ferqek mezin di pêş de ye.
Anketên beriya referandûma 23’yê Hezîranê ku wê endamtiya Brîtanya ya ji bo Yekîtiya Ewropa (YE) bê lêpirsîn, nîşan dide ku alîgirên Brexît zêde dibin.
Li gor anketa YouGov a ji bo kovara Tîmesê, yên dixwazin di yekîtiyê de bimînin ji sedî 39 in, yên dixwazin ji yekîtiyê veqetin jî bi zêdebûnek 3 pûana ve gihişt ji sedî 46’an. Yên bêbiryar jî ji sedî 11’an pêk tînin. Hate hînbûn ku ji sedî 4 bêlayen in.
Ji destpêka kampanyaya referandûmê ve, cara yekem e alîgirên Brexîtê 7 pûana di pêşiya alîgirên YE de ne. Encamekî heman di anketa rojnameya Gûardîanê de jî cih girtibû. Li gor anketa vê jî alîgirên Brexîtê ji serdî 53, yên YE jî ji serdî 47 bû.
Di kampanyaya referandûmê de Partiya Karkeran (Labour) û Serokwezîrê mûhafazakar Davîd Cameron propagandaya YE dikin, Serokê berê yê Şaredariya Londrayê Borîs Johnson jî tê de gelek siyasetmedarên rastgir jî propagandaya Brexîtê dikin. Di kampanyayê de penaber, qetlîamên DAIŞ’ê, penabertiya di nav YE de wek malzemeyên propagandayê tên bikaranîn.