Hollande: Ev êrîş êrîşeke terorîstî ye
Kesê ku li bajarê Magnanvîlle yê li herêma Parîsê polîsek kuşt, derket holê, ji ber têkiliya xwe ya bi komeke tund a olî ya Pakîstanî, di sala 2013'an de ketiye girtîgehê.
Kesê ku li bajarê Magnanvîlle yê li herêma Parîsê polîsek kuşt, derket holê, ji ber têkiliya xwe ya bi komeke tund a olî ya Pakîstanî, di sala 2013'an de ketiye girtîgehê.
Kesê ku li bajarê Magnanvîlle yê li herêma Parîsê polîsek kuşt, derket holê, ji ber têkiliya xwe ya bi komeke tund a olî ya Pakîstanî, di sala 2013'an de ketiye girtîgehê. Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande jî got, "Ev êrîş êrîşeke terorîstî ye."
Rayedaran diyar kirin, êrîşkar Larossî Abballa 3 salan li girtîgehê hatiye ragirtin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, êrîşkar li bajarê Mantes-la-Jolîe yê bi 60 kîlometreyan dûrî paytexta Fransa Parîsê ye, dijiya. Polîsan danê vê sibehê avêtin ser mala Abballa.
DAIŞ'ê beriya niha berpirsyariya êrîşê girtibû ser xwe.
Serokkomarê Fransayê Françoîse Hollande bi daxuyaniyekê ev êrîş weke êrîşeke terorîstî bi nav kir.
Serokkomar Hollande, Serokwezîr Manûel Valls, Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazaneûve û Wezîrê Edaletê Jean-Jacqûes Ûrvoas danê vê sibehê li hev civiyan.