Clînton ji Siûdiyan re got, 'fînansamana' rêxistinên tund bisekinîne
Bernamzeta Partiya Demokrat Hîllary Clînton der barê komkujiya Orlando de axivî û ji welatên Kendavê bi taybetî ji Siûdiyan xwest, 'fînansekirina rêxistinên tund' rawestînin.
Bernamzeta Partiya Demokrat Hîllary Clînton der barê komkujiya Orlando de axivî û ji welatên Kendavê bi taybetî ji Siûdiyan xwest, 'fînansekirina rêxistinên tund' rawestînin.
Clînton da xuyakirin, ku wlatiyên Erebîstana Siûdî, Qatar û Qûweytê, 'rêxistinên tund' fînanse dikin û destnîşan kir, ku divê pêşî li van kesan were girtin.
Clînton da zanîn, hin kesên ji mizgeft û dibistanên ev her sê welat destekê didin derdikevin, li gelemperiya cîhanê ciwanan bi rêxistin dikin û xwest, desteka ji van dibistan û mizgeftan re tê dayîn were birîn.
Hîllary Clînton ku di navbera salên 2009-2013'an de Wezîra Karên Derve ya DYA bû got, "Dibe ku terorîstê li Orlando miriye. Lê belê vîrûsa ruhê wî bi jehrê kiriye, hînê dijî."