Tê gotin, enqaza balafira Misirê ya li Derya Spî ket xwarê hat dîtin
Hat ragihandin, cihê balafira Rêyên Hewayî ya Misirê, ku roja 19'ê Gulanê tevî 66 rêwî û personelan li Derya Spî ket xwarê hatiye tespîtkirin.
Hat ragihandin, cihê balafira Rêyên Hewayî ya Misirê, ku roja 19'ê Gulanê tevî 66 rêwî û personelan li Derya Spî ket xwarê hatiye tespîtkirin.
Balafira ji Parîsê diçû Qahîreyê û li başûrê Yewnanîstanê winda bû, hat tespîtkirin ku li Derya Spî ketiye xwarê. Xebatên ji bo dîtina enqaza balafirê dewam dikin.
Komîsyona Lêkolînê ya Misirê ku vî karî dimeşîne daxuyaniyek weşand û ragihand, gelek parçeyên ji enqaza balafira Airbus A320 a şîrketa EgyptAir hatine dîtin. Komîsyonê diyar kir, ev parçeyên balafirên ji aliyê keştiyeke taybet a lêgerînê ya bi navê John Lethbrîdge ve hatine dîtin û wêneyên van parçeyan hene. Di daxuyaniyê de hat gotin, ew dixwazin qutiya reş a balafirê bibînin, lê hînê cihê vê qutiyê tespît nekirine.
Tê gotin, dîtina bedena balafira A320 an jî derxistina wê ji nava avê, gelekî zehmet e. Karê lêgerîn û derxistinê li cihekî ji 74 kîlometreçargoşeyî tê meşandin. Ji ber ku kûrahiya hin cihên vê herêmê bi qasî 3 hezar metre ye, xebatên lêgerînê bi zehmetî tên meşandin. Karê dîtin enqaza balafirê ji aliyê ekîbên ji Misir, Fransa, Elmanya, Yewnanîstan û DYA ve tê meşandin.