Di hilbijartinên pêşwext ên Spanyayê de wê encam neguhere

Li Spanyayê, ji bo hilbijartinên giştî yên 26'ê Hezîranê kampanya hilbijartinê dewam dike. Tê payîn, encamek ji hilbijartinên meha Kanûnê ne cudatir derkeve holê.

Çav li rê yê Podemos a mûxalefeta Çep li hev civandiye, dengê xwe zêde bike û Partiya Sosyalîst (PSOE) li dû xwe bihêle.

Li gorî anketên ev 3 roj in têkildarî hilbijartinan tên weşandin, Partiya Gel (PP) a mûxafazakar a bi lîderiya Serokwezîr Marîano Rajoy ji sedî 28 heta 29,5 ê dengan distîne û dibe partiya yekemîn. PP di hilbijartinên sala 2011'an de ji sedî 45 ê dengan stendibû û nayê texmînkirin ku dengên kêm kiriye, vegerîne.

Li gorî anketên şîrketên GESOP, Celeste-Tel, TNS Demoscopîa, lîsteyên Unidos Podemos ku partiya çep a radîkal Podemos bi partiyên din ên çep re tifaq kir û derxist holê, ji sedî 24 heta 25 ê dengan distîne. Tê payîn Unidos Podemos bibe çepa herî mezin a welêt û duyemîn hêza herî mezin a Spanyayê.

PSOE jî, ku ji ber polîtîkayên xwe yên lîberal ên hatineyên mirovên xizan û xebatkaran ji tine hesiband, tê payîn rêjeya dengê wê ji sedî 21 be. Li gorî anketan rêjeya dengê Cîûdadanos a lîberan li derdora ji sedî 15'an e.

Encamên hilbijartinên 20'ê Kanûnê bi vî rengî bûn: PP ji sedî 28,7; PSOE: ji sedî 22; Podemos: ji sedî 20,7; Ciudadanos: ji sedî 13,9. Di hilbijartinên dawî de PP 123, PSOE 90, Podemos 69 û Cîûdadanos 40 kursî bi dest xistibûn.