Tevî Euro 2016 jî li Fransayê îro çalakî tên lidarxistin
Çalakiyên protestoyî yên li dijî Qanûna Xebatê ya li Fransayê, tevî maçên Euro 2016 jî bi biryardaiyeke mezin îro dewam dikin.
Çalakiyên protestoyî yên li dijî Qanûna Xebatê ya li Fransayê, tevî maçên Euro 2016 jî bi biryardaiyeke mezin îro dewam dikin.
Li dijî Qanûna Kar a hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) naxwaze vekişîne, îro jî li gelemperiya welêt çalakî tên lidarxistin û xebatkarên xizmeta birin û anînê, dikevin grevê.
Li ser banga gelek sendîkayên çep bi taybetî sendîkaya CGT, wê çalakiya herî mezin li paytext Parîsê were lidarxistin. Çalakî wê li ber Walîtiyê pêk were û tê payîn, herî kêm 50 hezar kes beşdarî çalakiyê bibin.
Çav li rê ye, ev çalakî saet di 13:00 de li Place D'Italie destpê bike.
Ji bo destekê bidin çalakiyên îro, wê bi deh hezaran xebatkarên sektora birin û anînê bikevin grevê. Ji ber vê grevê, di serî de seferên trenê yên navbera bajaran û herêman, wê gelek sefer neyên kirin.
Li gorî daxuyaniya şîrketa rêyên hesinî SNCF, yek ji çaran an jî bi qasî nîvê seferên trenan wê betal bibin.
Xebatkarên şîrketên rêyên hewayî jî wê destekê bidin çalakiyan. Hat ragihandin herî kêm yek ji çarê pîlotan, ku ij 11'ê Hezîranê û vir ve di grevê de ne, wê îro jî seferan nekin.
Li paytext Parîsê û gelek bajarên, bi hezaran xebatkarên çopê kom nakin, hêdî hêdî dawî li çalakiya xwe tînin.