Zêdebûna hejmara penaberan pêwîstiya bi hîndekaran jî zêde kir

Li Elmanyayê, ji bo perwerde û entegrasyona li qada kar a penaberan, pêwîstî bi 2,2 mîlyar heta 3 mîlyar euroyî budçeyeke zêde heye.

Serokê Enstîtuya Lêkolînên Civakî ya Gottîngenê Martîn Baethge, rapora bi serenavê 'Li Elmanyayê Perwerde-2016' li Berlînê pêşkêş kir. Baethge da xuyakirin, ku zêdebûna hejmara penaberan pêwîstiya bi mamoste û hîndekaran zêdetir kiriye.

Di raporê de hat ragihandin, ji bo perwerde û entegrasyona penaberan a li qada kar, salane pêwîstî bi 2,2 mîlyar heta 3 mîlyar euroyî heye û hat gotin, nediyar e ev pêwîtiya bi budçeyeke zêdetir wê hînê çend saland ewam bike.

Li gorî raporê, li saziyên perwerdeyê yên gelemperiya Elmanyayê, kêmaniya pedagogan 37 hezar e. Ji bo zarokên li kreşê û yên serdema beriya dibistana seretayî, pêwîstî bi 9 hezar 400 pisporan heye. Ji bo serdema beriya dibistana seretayî, divê ji budçeyên federal û eyaletan, salane 421 mîlyon euro zêdetir bên xerckirin.

Di dewama raporê de hat ragihandin, li dibistanên seretayî pêwîstî bi 5 hezar 600 mamosteyên din hene û ji bo vê jî divê 450 mîlyon euro werin xerckirin. Ji bo 8 hezar 420 mamosteyên li dibistana navîn û bilind ku pêwîstî bi wan heye, divê salane 666 mîlyon euro werin xerckirin.

Ji bo perwerdeya pîşeyî û amadekariya vê perwerdeyê, 14 hezar 300 mamoste divê. Di raporê de hat tespîtkirin ku pêwîstiya giştî ya li qada perwerdeyê bi 1 mîlyar 430 mîlyon euro heye.

Serokê Enstîtuyê Martîn Baethge destnîşan kir, ku tevî vê pêwîstiya ji bo mamosteyan, divê pêdiviyên li qada teknîkê jî derhal bên bersivandin û anî ziman, eger dem di ser re derbas bibe, ev pêwîstî wê qat bi qat zêde bibe.