Ji nava welatên G7'an Fransayê mora xwe danî binê peymana avhewayê

Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande, Peymana Avhewayê ya di meha Nîsanê de bi bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat morkirin, erê kir.

Peymana li ser Avhewayê ya di Konferansa COP21 a li Parîsê hat amadekirin û di 22'ê Nîsanê de ji bo bê morkirin pêşkêşî welatên endamên NY hat kirin, li benda erêkirina welatan e.

Di daxuyaniya Qesra Serokkomariya Fransayê de hat ragihandin, Peymana Avhewayê ya roja 8'ê Hezîranê li parlamentê hat qebûlkirin, ji aliyê Serokkomar Hollande ve hatiye erêkirin. 

Bi vî rengî, Fransa bû welatê yekemîn ê di nava welatên G7 de peyman mor kiriye.