Norwêc di qetilkirina balînayan de yekemîn e
Di rapora rêxistinên bi navê Pro Wildlife, OceanCare û Animal Welfare Institute (AWI) de rexne li Norwêcê hat kirin, ku qetilkirina bi hezaran balînayan a her sal, ji nedîtî ve tê.
Di rapora rêxistinên bi navê Pro Wildlife, OceanCare û Animal Welfare Institute (AWI) de rexne li Norwêcê hat kirin, ku qetilkirina bi hezaran balînayan a her sal, ji nedîtî ve tê.
Di raporê de hat ragihandin, moratoryûma ku Saziya Balînakariya Navneteweyî (IWC) xist meriyetê, ji aliyê Norwêcê ve ji nedîtî hatiye û li vî welatî ji temamiya Japonya û Îzlandayê bêhtir li vî welatî balîna tên girtin.
Li gorî raporê, di salên 2014 û 2015'an de li Japonyayê 663, li Îzlandayê jî 345 balîna hatine girtin. Lê li Norwêcê di heman demê de 1.396 balîna hatine girtin.
Di raporê de hat bibîrxistin, zexta dîplomatîk li Îzlandayê tê kirin û Japonya jî ji ber nêçirvaniya balînayan li pêşberî dadgeriya navneteweyî tê dadgehkirin û diyar kir, tevî vê komkujiya balînayan Norwêc ji rexneyan tê parastin.
Di daxuyaniya komeleya bi navê Pro Wildlife de hat destnîşankirin, Norwê yek ji welatên 'herî aram û nûjen' ên cîhanê ye û qetilkirina balînayan jî li gorî serdemê nîne.
Hikûmeta Norwêcê jî li hemberî rexneyên rêxistinên parastina heywanan û hawirdorê derdikevin. Hikûmet, der barê nêçira balînayan de hejmarên cuda eşkere dike. Li gorî Wezareta Masîvaniyê, hejmara balînayên mînke yên li derya Norwêcê bi qasî 100 hezar e û par bi tenê 660 hatine girtin.
Ev cureyê balînayan bi qasî 8 metre dirêj in û di nava moratoryûma IWC de cih digire.