Di nûçeya rojnameya Elmanya Suddeutsche Zeitungê de hat ragihandin, Yekîtiya Ewropa xwe ji bo senaryoyên piştî encamên referandûma li Brîtanya Mezin a li ser endametiya yekîtiyê amade dike. Rojname agahiyên xwe dispêre çavkaniyên Yekîtiya Ewropayê. Li gorî vê yekê, eger Brîtanyayî biryara derketina ji nava Yekîtiya Ewropayê bidin, pêkane endametiya welatê wan bi lez û bez were sekinandin.
Eger di referandûmê de alîgirên Brexitê (alîgirê derketina Brîtanyayê ji nava yekîtiyê) bi ser bikevin, di nava şert û mercên asayî de endametiya Brîtanyayê wê 2 salên din dewam bike. Lê ev 2 sal wê bi tenê ji bo pêkanîna formalîteyên ji bo derketina ji yekîtiyê be.
Rojnameya Suddeutsche Zeitungê di nûçeya xwe de diyar kir, ev dema 2 salan dikare bê kurtkirin û yek ji senaryoyan jî bi lez û bez derxistina Brîtanyayê ji bazara Yekîtiya Ewropayê ye. Tê texmînkirin, eger ev bê kirin wê zerareke mezin a aboriyê li Brîtanyayê bibe. Lê tê gotin, hikûmeta Brîtanyayê wê destûrê nede senaryoyeke bi vî rengî.
Referandûma li ser rewşa endametiya Brîtanya Mezin a li nava Yekîtiya Ewropayê, wê di 23'ê Hezîranê de bê kirin.