Sendîka bi biryardarî li hemberî hikûmeta Fransayê li ber xwe didin
Tevî hemû zextên hikûmet, medya û karsazan jî sendîka çalakiyên xwe yên protestoyî yên li hemberî Qanûna Kar neqedînin.
Tevî hemû zextên hikûmet, medya û karsazan jî sendîka çalakiyên xwe yên protestoyî yên li hemberî Qanûna Kar neqedînin.
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande, hin bûyerên di xwepeşandanan de hincet nîşan da û gefa qedexekirina çalakiyan xwar. Sendîkaya CGT bersiv da Hollande û diyar kir, ew ê di 18 û 23'ê Hezîranê de çalakiyan lidar bixin.
Hikûmeta Fransayê, ku li pêşberî çalakiyên li dijî Qanûna Kar bêçare ma, herî dawî li bendê bû ku ji ber Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê çalakî bên sekinandin. Lê belê li ser banga sendîkayên CGT, FSU, FO, Solidaires, Unef, UNL û Fidl, roja Sêşemê li gelemperiya welêt roja 9. a çalakiyan hat lidarxistin û piraniya wan li Parîsê bi sed hezaran kes daketibûn kolanan.
BI BAHANEYA PROVOKASYONAN DIXWAZE ÇALAKIYAN QEDEXE BIKE
Qerta dawî ya di destê hikûmeta Partiya Sosyalîst û Serokkomar Françoîs Hollande de ye, rûdana şer e. Roja Sêşemê di çalakiya li ber Nexweşxaneya Necker de bûyer qewimî bûn û hin xwepêşandêran camên nexweşxaneyê şikandibûn.
Piştî ku destwerdana polîsan a li çalakgeran şer derket. Serokkomar Hollande jî ev bûyer weke hincet nîşan da û diyar kir, ew ê destûrê nede xwepêşandanan.
CGT: ÇALAKÎ WÊ DEWAM BIKIN; BILA HIKÛMET DENGÊ ME BIBIHÎZE
Konfederasyona sendîkayên herî mezin ên li welêt CGT nerazîbûn nîşanî van gotinên Hollande da. Sekreterê Giştî yê CGT Phîlîppe Martînez ji qenala televîzyonê ya France 2 re axivî û careke din xwest, Qanûna Kar a xwepêşandan li dijî wê tê lidarxistin, bi temamî were betalkirin. Martînez ji bo çalakiyên 18 û 23'ê Hezîranê jî diyar kir, ev çalakî betal nebûne.
Martînez da xuyakirin, ku ew ê sibe bi Wezîra Xebatê Myrîam El Khomrî re rûnê û got, "Divê êdî hikûmet dngê me bibihîze, li me guhdarî bike."
Martînez bal kişand ser hin bûyerên şîdetê yên di dema xwepêşandanên protestoyî de rû dan û got, "Ti eleqeya xwepêşandêran û ew kesên derdorê dişikîne, tevlîhev dike, nîne." Martîneze bibîr xist, ku gelek ji van bûyeran bi destwerdana û provokasyona polîsan rû dane û nerazîbûn nîşanî nîqaşên li ser qedexekirina xwepêşandanan da.