Mîsyona Sophîa ya YE wê ambargoya çekan jî kontrol bike

Bi pêşnûmeya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) hat erêkirin ve, çarçoveya Mîsyona Sophîa ya ji bo têkoşîna li dijî qaçaxçitiya mirovan a li Derya Spî hat avakirin, hat berfirehkirin.

Di vê pêşnûmeya Brîtanya Mezin û Fransayê anîn ber destê KENY de, kontrolkirina ambargoya çekan a li hemberî Lîbyayê jî weke erkekî Mîsyona Sophîa tê destnîşankirin. Pêşnûme ji aliyê 5 endamên timî û 10 endamên demî yên konseyê ve hat qebûlkirin.

Piştî ku pêşnûme hat qebûlkirin, yekîneyên di çarçoveya Mîsyona Sophîa de li Derya Spî wezîfeyê bikin, wê hewl bidin çek û cebilxaneya diçin ji komên çekdar ên li Lîbyayê re asteng bikin. Bi saya vê yekê, tê xwestin Hikûmeta Mutabaqata Neteweyî ya di meha Nîsanê de hat avakirin, bê xurtkirin.

Navê Operasyona Rizgarkirinê ya li Derya Spî, ku par di meha Gulanê de ketibû meriyetê, îsal di meha Gulanê de weke Operasyona Sophîa hatibû guhertin. Mîsyon bi gelek keştî, balafir û helîkopteran tê meşandin. Wezîfeya bingehîn a vê mîsyonê têkoşîna li hemberî qaçaxçitiya mirovan û rizgarkirina penaberan li herêma navbera Lîbya û Îtalyayê ye.

Di sala 2011'an de li hemberî Lîbyayê ambargoya çekan hatibû danîn. Bi dewamkirina ambargoyê ve tê xwestin, pêşî li xurtbûna DAIŞ'ê û komên din ên çete were girtin.