Li Yewnanîstanê bi dehan balafirgeh û bendergeh tên xwemalîkirin
Li Yewnanîstanê ku 19 balafirgehên herêmên tûrîstîk ji bo 40 salan hatin kirêkirin, herî kêm 23 balafirgeh û 10 bendergeh jî tên xwemalîkirin.
Li Yewnanîstanê ku 19 balafirgehên herêmên tûrîstîk ji bo 40 salan hatin kirêkirin, herî kêm 23 balafirgeh û 10 bendergeh jî tên xwemalîkirin.
Di nava balafirgehên ku hikûmet di çarçoveya xwemalîkirinê de dixwaze bide kirê Kalamata, Karpatos, Lîmnos, Mîlos, Sîkros, Kazos û Sîteîa ya li Gîrîtê jî hene. Bi giştî wê 23 balafirgehên herêmî pêşkêşî sektora taybet werin kirin. Hikûmet dixwaze 10 bendergehan jî xwemalî bike.
Li gorî nûçeya rojnameya Kathîmerînî, di nava bendergehên bên xwemalîkirin de bendergehên girîng Patras û Îgoûmenîtsa jî hene. Tê payîn, bendergehên Lavrîon û Rafîna yên li nêzî paytext Atînayê jî bên kirêkirin.
Di çarçoveya planên xwemalîkirinê ya ji 50 mîlyar euroyî de, herî dawî 14 balafirgehên herêmî ji konsorsiyûma Elman-Yewnan a bi rêveberiya şîrketa Fraport re hatibûn kirêkirin. Biryara li ser balafirgehên ji bo 40 salan hatin kirêkirin, di meha Gulanê de li parlamentê hatibû erêkirin. Di nava van balafirgehan de balafirgehên Mykonos û Santorîn jî hene.
Yewnanîstan ji sala 2010'an û vir ve di nava krîzê de ye. Yekîtiya Ewropa û Fona Pereyan a Navneteweyî, di berdêla krediyan de polîtîkayên tund ên teserûfê li ser Yewnanîstanê ferz dikin. Hikûmetê bi reformên nû yên meha derbasbûyî li parlamentê hatin erêkirin re, tevî kêmkirina mûçeyên teqawîtan, li sektora tûrîzmê ferzkirina bacên nû qebûl kiribû.