Li Elmanyayê wê pir jinîtî êdî neyê qebûlkirin
Hikûmeta Elmanya, ji bo redkirina zewaca kesên bi gelek jinan re zewiciye, wê gavekê bavêje.
Hikûmeta Elmanya, ji bo redkirina zewaca kesên bi gelek jinan re zewiciye, wê gavekê bavêje.
Wezîrê Edaletê Heîko Maas ê ji Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ji rojnameya Bîld re axivî û diyar kir, bi guhertina bê kirin re wê êdî pir jinîtî li Elmanyayê neyê qebûlkirin. Maas got, "Kesên hatine welatê me, nikarin kokên çanda xwe yan jî baweriyên xwe yên olî li ser qanûnên me ferz bike."
Maas destnîşan kir, ku pir jinîtî wê êdî li Elmanyayê neyê naskirin.
Heîko Maas da zanîn, divê qanûn ji bo her kesî weke hev be û anî ziman, ne girîng e di vî warî de mirovek li Elmanyayê ji dayik bû be, yan jî piştre hatibe Elmanyayê.
Wezîrê Edaletê bal kişand ser zewaca bi darê zorê û ragihand, divê li dijî zewicandina zarokan tedbîr were girtin.