Penaber dîsa tên veguhestin
Dîsa ji bo penaberên li sînorê Makedonya yê bi Yewnanîstanê re rehetî nîne. Nêzî 3 hezar penaberên li derdora bajarokê Polîkastro ku tê gotin piraniya wan Kurd in, ji aliyê polîsan ve tên veguhestin.
Dîsa ji bo penaberên li sînorê Makedonya yê bi Yewnanîstanê re rehetî nîne. Nêzî 3 hezar penaberên li derdora bajarokê Polîkastro ku tê gotin piraniya wan Kurd in, ji aliyê polîsan ve tên veguhestin.
Piştî dawiya meha Gulanê zêdetirî 8 hezar penaberên li gundê Îdomenî hatin belavkirin, derket holê ku nîvê penaberan reviyane û xwe avêtine qadên din. Piraniya penaberên xwe avêtin stasyonekê û hewşa otelekê ya li nêzî Polîkastroyê ji Kurdan pêk dihat.
Li gor agahiyên ji radyoya Athîna, dema xebatên veguhestina penaberan destûra rojnamevanan nayê dayîn. Hate diyarkirin ku polîs hewl didin penaberan îkna bikin û ji bo veguhestinê jî gelek otobus li herêmê amade kirine.
Piraniya penaberan bi sedema ku wargehên dewlet diyar dike ji aliyê şertên mirovî pêdiviyan pêk nînin,naxwazin cihê xwe biterikînin. Her wiha, gelek penaber jî bi hêviya ku wê Makedonya sînorê xwe ji wan re veke, li qadên sînor dimînin.