Ji NATO'yê li dijî êrîşên sîber parastina hevpar

Di civîna dawî ya wezîrên parastinê de, ku beriya civîna bilind a NATO'yê li Bukselê hat lidarxistin, di mijara zêdekirina hejmara yekîneyên eşkerî yên li Rojhilatê Ewropayê, ku Rûsya li dij derdikeve, biryar hat standin.

NATO dixwaze li dijî êrîşên sîber, mekanîzmayeke parastina hevpar ava bike.

Di roja destpêkê ya civîna li navenda NATO'yê de biryar hat dayîn li Polonya, Estonya, Letonya û Lîtvanyayê yekîneyên leşkerî yên her yek ji hezar leşkerî pêk tê, werin bicihkirin. Li hev hat kirin, hejmara yekîneyên heyî yên li Romanyayê were zêdekirin. Tê xwestin, 'parastin û hêza jevegerandinê' ya NATO'yê ya li Derya Reş bê xurtkirin.

Di roja destpêkê ya civînê de, nîqaşeke din a bal kişand ser xwe ew bû, qadên sîber jî weke 'qada şer' hat qebûlkirin. Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg da xuyakirin ku têkoşîna li hemberî êrîşên sîber wê bibe parçeyek ji konsepta 'parastina hevpar'.

Stoltenberg işaret bi xeteriyên êrîşên sîber rê li ber vekin û da zanîn, êrîşeke sîber a li hemberî welatekî endam, wê bibe sedem ku xala 5. bikeve meriyetê. Xala 5. êrîşa li hemberî welatekî endamê yekîtiyê weke sedema destwerdana NATO'yê tê destnîşankirin.

Stoltenberg da xuyakirin, ku xebatên wan ên li qada sîber, wê beriya her tiştî bi armanca 'parastinê' bin û da zanîn, ku ew bi biryar in hunera di vî warî de bi pêş de bibin. Lê belê Stoltenberg bersiv neda pirsa 'wê yekîneyên êrîşên sîber ên NATO'yê werin avakirin an na?'.