Konseya Eyaletên Swîsreyê got: Bila serlêdana endamtiya YE vekişîne

Swîsre ya ji ber referandûma sala bihurî hate qebûlkirin û li welatên Ewropa ji bo penaberan sînoran datîne, bi Yekîtiya Ewropa (YE) re têkîliyên xwe nexweş bibû, wê serlêdana xwe ya endamtiya yekîtiyê bi awayekî fermî vekişîne.

Li gor îdîaya Neûe Zurcher Zeîtûngê, di dengdana li Konseya Eyaletan ku dezgeha herî jor a Parlamentoya Swîsreyê ye, pêşnûmeya vekişandinê hatiye qebûlkirin.

Ji bo pêşnûmeya ji aliyê Partiya Gel a Swîsreyê (SVP) pêşkêşî Konseyê hate kirin û vekişandina serlêdanê pêşniyar dike, 27 dengên ‘erê’ jê re derketin. Di dengdayina ku 13 endaman jî dengên dij bi kar anîn de, 2 endam jî bêalî man.

Li Swîsreyê ku sala 1992’an ji bo endamtiya YE serlêdan kiribû, di referandûmeke sala 2001’ê de piraniya gel ji bo vekişandina endamtiya YE deng bi kar anîbûn. Di dengdayina meha Adarê ya li Konseya Neteweyî de jî, biryar hatibû girtin ku serlêdana endamtiyê bê kişandin.

Ji niha û şûn de jî tê payîn ku ‘sembolîk’ be jî hikûmet serlêdanê bikşîne.