Li Swêdê greva pîlotên SAS’ê bi dawî bû

Greva pîlotên SAS’ê ya ku li Swêdê ji ber hevdîtinên hevpeymana komî ya mabeyna SAS û Sendîkaya Pîlotan de bêencam mabû dabûn destpêkirin, di roja 5. de bi dawî bû.

Rayedarên SAS û Sendîkaya Pîlotan saet 17.00’an li hev civiyan, dan xuyakirin ku li ser teklîfa “navbeynkarên bêalî’ li hev kirine û greva pîlotan bi dawî bûye.

Tevî grev bi dawî bûye jî tê diyarkirin ku ji bo trafîka hewayî wek berê bibe 2 roj pêwîst e, wê firîn bi rotar bin û hin firîn jî bên betalkirin. Ji vê greva ku nêzî hezar firînê hatibû betalkirin, zêdetirî 100 hezar rêwî bandor bûn.

Li gel daxuyaniya xilasbûna grevê hat dayîn jî, hê têkîldarî naveroka hevpeymanê ti agahî bi raya giştî re nehatiye parvekirin.