CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Ji Clînton li dijî serketina gengaz a Trûmp hişyariya atomê
Hîllary Clînton da xuyakirin, ku divê Trûmp ê namzetiya wî ya ji bo Partiya Komarparêzan misoger bûye, xwe negihîne 'kodên çeka atomê ya DYA'. -
Bi deh hezaran cotkarên li Kolombiyayê ji bo destekê daketin kolanan
Li Kolombiyayê, ku ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê 50 salan muzakereyên aştiyê lê dewam dikin, cotkarên bandora şer li wan dibe, daketin kolanan. -
Nerazîbûna li pêşniyara glîfosat a YE zêde dibe
Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) pêşniyar dike, li hemberî gihayên zerarê dide zeviyan dermanê bi navê glîfosat bê bikaranîn. Lê bi mîlyonan mirov dixwazin ev derman bê qedexekirin. -
Cenazeyê 25 koçberan li peravên Lîbyayê dan
Hat diyar kirin ku koçberên ku dixwazin biçin Îtalyayê yek ji rawestgeha wan a dawî Lîbyaye, bi dehan cenaze li peravên bajêr dane. -
Îxracata çekan a Fransayê bi du qatan zêde bûye
Li Fransayê, firotina çek û cebilxaneyan ji bo welatên antî demokratîk, gihaşt asta rekorê. Îxracata di sala 2015'an de hat kirin, bi du qatan ji ya sala 2014'an zêdetir e. -
Li Erebîstana Siûdî bi dehan kes bi cezayê îdamê hatin mehkûmkirin
Li Erebîstana Siûdî, ku di destpêka salê de 47 mûxalîf lê hatin darvekirin, dadgehên vî welatî bênavber cezayê îdamê li mirovan dibirin. -
Li Cezayîrê şerê li dijî Îslamiyên tund: Herî kêm 8 kes mirin
Li Cezayîrê, di şerê navbera yekîneyên artêşê û komên Îslamî yên tund de herî kêm 8 milîtan hatin kuştin. -
Kerry û Lavrov li ser tevgera hevpar a li dijî El Nûsra axivîn
Di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Rûsyayê de, hevdîtinên li ser tevgereke hevpar a li hemberî çeteyên El Nûsra ku baskê El Qaîdeyê yê li Sûriyeyê ye, dewam dikin. -
Ji ber lehiyên li Elmanya û Fransayê 5 kes mirin
Li Elmanya, Fransa û Belçîkayê, barana bi rojane dibare rê li ber lehiyê vekir. Ji rabûna lehiyê gelek kes mirin û zerareke mezin a madî der bû. -
Di tedawiya kanserê de gaveke mezin hat avêtin
Zanyar hewl didin, derziyeke ku dike bedena mirovan hucreyên kanserê weke vîrûsê bibînin û wan bikujin, çê bikin. Di vî warî de zanyaran gaveke mezin avêtin. -
Rêjeya bêkariyê ya li Yekîtiya Ewropayê kêm dibe
Rêjeya bêkariyê ya li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) di meha Nîsanê de li gorî meha Adarê bi rêjeya ji sedî 0,1 kêm bû. Li Herêma Euro jî di heman astê de ma. Li gelemperiya Yekîtiyê, yek ji 5 ciwanan bêkar e. -
DAIŞ sivîlan weke mertal bi kar tîne
Li Fellûceyê, ku artêşa Iraqê ji sê baskan ve operasyona rizgarkirina vî bajarî daye destpêkirin, tê gotin bi sedan malbat ji aliyê çeteyan ve weke mertal tên bikaranîn. -
Sendîkaya CGT a Fransî: Li dijî me bangên tundiyê tên kirin
Li Fransayê ku 3 mehên dawî ji bo mafên bi milyonan karkeran çalakî didomin, mabeyna kardêr û sendîkayan alozî didomin. -
17 leşker şewitîn û jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Nagpûr ê Hîndîstanê, li navendeke leşkerî şewat derket. Ji ber vê şewata li depoya çek û cebilxaneyan, 17 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. -
Dîe Lînke wê mijarên şerê Sûriyeyê, Tirkiye û Kurdan nîqaş bike
Partiya Çep (Dîe Lînke) ya Elmanya, li ser mijarên; rola Elmanyayê ya di operasyonên leşkerî yên li Sûriyeyê de, mijarên Tirkiye û Kurdan rûniştinekê lidar dixe. -
Ji bo hilberînerên Elman ên şîr alîkariya ji 100 mîlyon euroyî
Li Elmanyayê, danûstandinên li ser zêdeyî 70 hezar hilberînerên şîr, bi encam bû. Dewlet plan dike, vê gavê 100 mîlyon euro ji bo teşwîqê alîkariyê bike. -
Elmanya wê ji bo xwendekarên penaber 100 mîlyon euro xerc bike
Li Elmanyayê, ji bo perwerdeya ziman û zanîngehê ya ciwanên penaber, di nava 3 salên pêş de wê ji sedan projeyên bi 100 mîlyon euroyî bên amadekirin û bicihanîn. -
Makîneya şîfreyan a Hîtler bi 10 sterlînan hat firotin
Dildarên Muzeya Bletchley Parkê, makîneya bi tîpa Lorenz a kifşkirina şîfreyan, ku wextekê ji aliyê Elmanya Nazî ve hat bikaranîn, bi rêya înternetê firotin. -
Beriya Euro 2016 nîqaşa li ser ewlekariyê
Beriya Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê (Euro 2016), ku wê hefteyeke din li Fransayê destpê bike, li ser ewlekariya cihên vekirî yên girseyên gel lê li maçan temaşe bikin, fikar zêde dibin. -
Li dijî Ûkrayna, Lûgansk û Donetskê êrîşên hemwext
Artêşa Ûkrayna û hêzên paramîlîter, bi çekên giran êrîşî komarên gel ên Donetsk û Lûganskê kirin. Li Donetskê daristan şewitîn. -
Li Bexdayê 3 êrîşên bombeyî: Herî kêm 23 kes mirin
Di 3 êrîşên bombeyî yên vê sibehê li Bexdayê pêk hat de herî kêm 23 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. -
Artêşa Iraqê ket nava bajarê Fellûce
Hat ragihandin, hêzên ser bi artêşa Iraqê ji sê baskan ve ketine nava bajarê Fellûce yê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin. -
Li Yemenê şer: Herî kêm 39 leşker û milîs hatin kuştin
Li Yemen a ku hevdîtinên agirbest û aştiyê dewam dikin, di şerên navbera milîsên Şiiyên Hûsî û yekîneyên artêşê de bi dehan leşker û milîsan jiyana xwe ji dest dan. -
UNHCR: Di nava hefteyekê de herî kêm 700 kes li Derya Spî mirin
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin, ku ew bi fikar in di nava hefteya bihurî de li Derya Spî herî kêm 700 koçberan jiyana xwe ji dest da bin. -
Li Ûkraynayê ji ber şewatê 17 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li bajarê Lîtoşkî yê li nêzî paytexta Ûkrayna Kîevê, şewat bi stargeheke extiyaran ket. Ji ber vê şewatê 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.