UNHCR: Di nava hefteyekê de herî kêm 700 kes li Derya Spî mirin
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin, ku ew bi fikar in di nava hefteya bihurî de li Derya Spî herî kêm 700 koçberan jiyana xwe ji dest da bin.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin, ku ew bi fikar in di nava hefteya bihurî de li Derya Spî herî kêm 700 koçberan jiyana xwe ji dest da bin.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) da xuyakirin, ku ew bi fikar in di nava hefteya bihurî de li Derya Spî herî kêm 700 koçberan jiyana xwe ji dest da bin.
Berdevkê UNHCR Federîco Fossî diyar kir, şahidan agahiyeke bi vî rengî dane û got, "Rewş tirsnak e. Em hejmara zelal nizanin, lê belê şahidan ji me er ragihandin ku di qezayan de herî kêm 700 kesî jiyana xwe ji dest dane.""
Qezaya herî mezin roja Pêncşemê li nêzî peravên Lîbyayê rû da. Li gorî agahiyên ji mirovên bi saxî filitîn hatin wergirtin, di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de tevî pitikên nû ji dayik bûn, herî kêm 40 zarok jî hene.
Tê gotin di qezaya roja Çarşemê de sed kes mirine. Li nêzî peravên Îtalyayê jî 45 cesed hatin dîtin. Fikar hene, hejmara miriyan zêdetir bibe.
Berdevkeke din a UNHCR Carlotta Samî bi rêya Twitterê daxuyaniyek weşand û got, "Em ê ti carî nizanibin çend kes bûn û em ê navên wan hîn nebin. Lê belê mirovên rizgar bûn gotin, herî kêm 500 mirov di qezaya roja Pêncşemê de jiyana xwe ji dest dane."