Beriya Euro 2016 nîqaşa li ser ewlekariyê

Beriya Şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê (Euro 2016), ku wê hefteyeke din li Fransayê destpê bike, li ser ewlekariya cihên vekirî yên girseyên gel lê li maçan temaşe bikin, fikar zêde dibin.

Li gorî raporên çavkaniyên îstîxbaratê û ewlekariyê, li sedan bajar û komunan wê ekranên mezin bên amadekirin û tê texmînkirin ku bi qasî 7 heta 8 mîlyon mirov li van cihên vekirî li maçên Euro 2016 temaşe bikin. Lê belê fikar hene, ku ev herêmên vekirî li hemberî êrîşên DAIŞ'ê û rêxistinên din ên çete, bi têrkerî ne ewle ne.

Duh bi beşdariya Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneûve û Wezîrê Sporê Patrîck Kanner tetbîqatek hat kirin. Tê gotin, hin şaredariyan hînê biryar nedane ku van qadên temaşekirina li maçan ên bi navê 'Fans Zone' vekin yan na.

Di dema maçên Euro 2016'an ên navbera 10'ê Hezîranê-10'ê Tîrmehê de, tê plankirin ku bi qasî 90 hezar hêzên ewlekariyê bê wezîfedarkirin. Ji van 77 hezar polîs, jenderme û hêzên arkujiyê ne.

WELATIYÊN FRANSAYÊ DITIRSIN, LÊ NAXWAZIN BÊ QEDEXEKIRIN

Li aliyê din, li gorî anketekê, ji sedî 66 ê welatiyên Fransayê dudil in ku li van cihên vekirî li maçan temaşe bikin an jî pîrozbahiyan lidar bixin. Ji sedî 64 jî li dijî qedexekirina temaşekirina li maçan a li van cihên bi navê Fans Zone derdikevin.

Ji sedî 71 ê beşdarên anketê, stadyûman "bêhtir bi ewle" dibînin.

Li Fransayê di 7'ê Çileya 2015'an de çeteyên endamê El Qaîde ya Yemenê êrîşî kovara mîzahê Charlîe Hebdo kiribûn û 11 kes qetil kiribûn. Di 13'ê Mijdarê de jî li  Stadyûma bi navê Stade de France, salona şano ya Bataclan û 4 nuqteyên cuda êrîş hatibûn kirin û 131 kes hatibûn qetilkirin.