Îxracata çekan a Fransayê bi du qatan zêde bûye

Li Fransayê, firotina çek û cebilxaneyan ji bo welatên antî demokratîk, gihaşt asta rekorê. Îxracata di sala 2015'an de hat kirin, bi du qatan ji ya sala 2014'an zêdetir e.

Li gorî rapora Wezareta Parastinê ya Fransayê ya li parlamentê hat eşkerekirin, îxracata çek û cebilxaneyan a di sala 2015'an de hat kirin gihîşt 16,9 mîlyar euro. Li gorî sala 2014'an ku bi 8,2 mîlyaran sîparîş hatibû girtin, ji sedî 100 zêde bûye. Li gorî sala 2013'an ji sedî 125 zêde bûye.

Wezîrê Parastinê Jean-Yves Le Drîan da xuyakirin, ku ji bo dewamiya pîşesaziya çekan û bersivdayîna li pêwîstiyên alavên modern ên artêşê, îxracat girîng e.  Li gorî vê yekê hejmara mirovên di pîşesaziya çekan a Fransayê de weke karker hatine bicihikrin 165 hezar e. Hat ragihandin, ev yek ji sedî 4 ê îstihdama li tevahiya pîşesaziyan e.

Di raporê de hat gotin, ev zêdebûn bi saya firotina 48 balafirên şer ên Rafael ên ji bo Misir û Qatarê pêk hatiye. Ev 'firotinên mezin' ku her yeka ji wan herî kêm 500 mîlyon euro ye, ji sedî 184 firotin zêde kir. Li gorî vê yekê, para vê di firotina giştî de 12,9 mîlyar euro ye.

Di sala 2015'an de ji sedî 60 ê sîparîşan têkildarî sektora hewakariyê bû.

Serokkomarê ji Partiya Sosyalîst (PS) Françoîs Hollande yê ji sala 2012'an û vir ve li ser desthilatdariyê ye, çû serdana Misir, Qatar û welatên din ên kendavê û hin peymanên li ser firotina çek û cebilxaneyan bi xwe îmze kiribû.