Bi deh hezaran cotkarên li Kolombiyayê ji bo destekê daketin kolanan
Li Kolombiyayê, ku ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê 50 salan muzakereyên aştiyê lê dewam dikin, cotkarên bandora şer li wan dibe, daketin kolanan.
Li Kolombiyayê, ku ji bo bidawîkirina şerê navxweyî yê 50 salan muzakereyên aştiyê lê dewam dikin, cotkarên bandora şer li wan dibe, daketin kolanan.
Bi deh hezaran cotkar, ji bo dewlet destekê bide karên çandiniyê çalakî lidar xistin.
Li gelek herêmên Kolombiyayê, ji roja Duşemê û vir ve xwepêşandan tên lidarxistin. Duh zêdeyî 30 hezar kes tevlî çalakiyan bûn. Çalakgeran dan xuyakirin, ku şerê navxweyî xisareke mezin li sektora çandiniyê dike û ji hikûmetê xwestin, hîn bêhtir desteka madî bidin wan. Cotkar bi vê daxwazê li 45 bajaran daketin kolanan.
Gelek rêyên li rojavayê welêt, bi van çalakiyan hatin girtin. Di navbear polîsên dest li çalakiyan werdan û çalakgeran de şer derket. Di bûyeran de herî kêm 28 kes birîndar bûn, ku 7 ji van polîs in.