Artêşa Iraqê ket nava bajarê Fellûce
Hat ragihandin, hêzên ser bi artêşa Iraqê ji sê baskan ve ketine nava bajarê Fellûce yê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin.
Hat ragihandin, hêzên ser bi artêşa Iraqê ji sê baskan ve ketine nava bajarê Fellûce yê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin.
Endamê Komîsyona Ewlekariyê ya Meclîsa Wîlayeta Enbarê Racî Barakat got, "Hêzên tevlî operasyona rizgarkirina Fellûceyê bûne, danê sibehê ji sê baskan ve xwe berdan nava bajêr. Ev hêz li eniyên başûr, rojhilat û bakur ên bajêr ve bi pêş de diçin. DAIŞ bi topên hawanê, fuzeyên katyûşa û mayînên li erdê çandiye, hewl dide pêşî li ketina nava bajêr bigire."
Her wiha tê gotin, DAIŞ ji bo pêşî li hêzên Iraqê bigire dest bi êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî jî kiriye.