Dîe Lînke wê mijarên şerê Sûriyeyê, Tirkiye û Kurdan nîqaş bike
Partiya Çep (Dîe Lînke) ya Elmanya, li ser mijarên; rola Elmanyayê ya di operasyonên leşkerî yên li Sûriyeyê de, mijarên Tirkiye û Kurdan rûniştinekê lidar dixe.
Partiya Çep (Dîe Lînke) ya Elmanya, li ser mijarên; rola Elmanyayê ya di operasyonên leşkerî yên li Sûriyeyê de, mijarên Tirkiye û Kurdan rûniştinekê lidar dixe.
Partiya mûxalefeta bingehîn Dîe Lînke, wê vê rûniştina vekirî bi serenavê "Cihê Elmanya di şerê li Sûriyeyê de-Tirkiye û Kurd" li herema Euskîrchen a eyaleta Nordrheîn-Westfalen (NRW) lidar bixe.
Di rûniştina êvara Şemiyê saet di 18:00 a li Kreîshaûs Euskirchenê de, Parlamentera Meclîsa Federal Sevîm Dagdelen û parlamentera berê ya Eyaleta NRW, rêveberiya partiyê ya Kolnê Hamîde Akbayir weke qisker tevlî dibin.
Di kombûnê de wê rola Elmanyayê ya di şerê li Sûriyeyê de bê nirxandin, ku bi 1.200 leşkerên xwe destekê dide operasyonên leşkerî yên li Sûriyeyê.
Di civînê de wê şerê di navbera dewleta Tirk û Kurdan de jî were nirxandin û 'perspektîfên' li hemberî şer û zextan bên nirxandin.
Civîn wê li navnîşana 'Jülicher Ring 32, Sitzungssaal 2' bê lidarxistin.