Li Yemenê şer: Herî kêm 39 leşker û milîs hatin kuştin
Li Yemen a ku hevdîtinên agirbest û aştiyê dewam dikin, di şerên navbera milîsên Şiiyên Hûsî û yekîneyên artêşê de bi dehan leşker û milîsan jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku di şerên navbera artêşa Yemen û milîsên Şiiyên Hûsî de 39 kesan jiyana xwe ji dest dane. Generalê artêşa Yemenê El Harîsî yê îdîa kir ku Hûsiyan li Ûsaylan a girêdayî parêzgeha Şabvayê êrîşî yekîneyên artêşê kirine, diyar kir ku 25 milîsên Şiî û 14 leşker hatine kuştin.
Generalê artêşê destnîşan kir ku vê sibehê Hûsiyan ji aliyê Ûsaylanê ve êrîşek li dar xistine, da xuyakirin ku hinek nuqteyên di destê milîsên Şiî de jî standine.
Li Yemenê tevî peymanên agirbest û hevdîtinên ji 21’ê Nîsanê yên mabeyna yekîneyên artêşa girêdayî Serokê dewletê Abdulrahman Mansûr El Hadî û milîsên Şiiyên Hûsî de jî şer dewam dikin. Hûsiyan tevî paytext Sana û Tazî jî gelek bajarên başûrrojavayê welat di destê xwe de digire.
Ji Adara 2015’an û vir ve di encama şerê navxweyî yê ku Erebîstana Siûdî û welatên din ên kendavê jî tevlî bûne de 6 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2.8 milyon kesan jî cih û warên xwe terikandine.