Li Erebîstana Siûdî bi dehan kes bi cezayê îdamê hatin mehkûmkirin
Li Erebîstana Siûdî, ku di destpêka salê de 47 mûxalîf lê hatin darvekirin, dadgehên vî welatî bênavber cezayê îdamê li mirovan dibirin.
Li Erebîstana Siûdî, ku di destpêka salê de 47 mûxalîf lê hatin darvekirin, dadgehên vî welatî bênavber cezayê îdamê li mirovan dibirin.
Bi mehkûmekî Nîjeryayî yê roja Yekşemê hat darvekirin re hejmara kesên di nava 5 mehên dawî de hatine darvekirin gihîşt 95 kesan. Balkêş ev hejmar li gorî par zêde bûye. Çend roj berê, di dozeke din de cezayê îdamê li 14 kesên din hat birîn.
Li Erebîstana Siûdî par 158 kes hatin îdamkirin û ev yek bûbû rekora 20 salên dawî. Bi biryarên îdamê yên dawî re tê texmînkirin, hejmara kesên heta dawiya ve salê werin îdamkirin, ji hejmara par zêdetir be.
Nûnerê Amnesty International James Lynch ji rojnameya The Independent re axivî û diyar kir, hejmara îdaman di nava du salan de gelekî êde bûye û naxuye ku ev meyl biguhere.
14 kesên vê dawiyê cezayê îdamê li wan hat birîn, li herêma Şîa El Katîfê, bi kuştina hêzên ewlekariyê û sivîlan dihatin darizandin.
Ji lîderên olî yên Şîa Nemr El Nemr jî di nav de 47 mûxalîf di 2'ê Çileyê de hatibûn darvekirin. Vê bûyerê hem li Erebîstana Siûdî hem jî li welatên din rê li ber protestoyên mezin ên Şîa vekiribû.
Siûdî, îdamkirina zarokan jî erê dike. Di sala 2012'an de zarokekî bi navê Alî Mûhammed El Nemr ê 16 salî, ku di dema xwepêşandanên dijberiya hikûmetê de hat binçavkirin, li çarmixê hatibû xistin û mehkûmî îdamê hatibû kirin.